İro cejne, jibo mislimana kêfxweşî û şahi, ji bome kul û kederû hêstirê çavan, lewra li welatê min roja cejnê hemu zordar, bi hez û quweta xwe li rayu nêçîrêne.
Di cejnada ajalê kovî di binê emyetêdene, lê li vi welatî roja cejnê necîra xezala rewaye,
XWUNA mirofa erzane ne bahaye, desthilat dibejin remezan ferze, cejin roja ‘efwa xwedaye,
xwuna xelqa liser pelg û beraye eva ne ‘Edalet,neji rastîya dînê xwedaye, li ser putê Nemrut maskekî bi neqişandina kelima islamê xwuyaye.
Hemu gela li derê mizgefta dest radikin û tika dikin û dibên xwedao! Tu me û welatê me ji zalima,ji zordara biparêzî.
Belê bila xweda bipareze, le bila xweda roja cejnê qîmet û rumeta insana bi we bide zanîn, ku hun roja cejnê cîya ji bonba insana ji mirinê navber bidinê.
Ku dayik qir û zarinê wan li ber ezmanaye, dibejin îro cejne roja aramî û kêfxweşyêye, ez çawa dilxweşbim ku teyrê ecelê liser serê zarokê min digere,
kezeba min hatîye xwarê, îdê mislimana gere cejna rehmet û merhemetê be, lê meyzîne! neçirvan misliman, neçir misliman, cejin ya mislimana, em ji kê çi bixwazin em nizanin.
Lê serokwezîr doh di weşana zindîde hêstirê ronika paqiş dikir. Min di hedîsa pîrozda dîtibu ku “hêstirê ronikîê mislimana agirê doje’ê dikuje”
ez hêvî û tika dikim ku hê stirê ronikê serokwezîr wê ew doja li welatê me bitemirine , aramî û aşîtî ê bîne, zilmû zordaryê biqedîne,
mina Melle şefiq digot,
“siba cejnê li dergahê me yar nine,nizam bo çi?
gelek kêfu gelek şahî me par nine,nizam boçi?
emejî weka xelqê bi kef û şahî eşwe bin,
Di van cejna dil kovan û dil melulin nizam bo çi?”
Lê em dizanin ji bo çi.,
ji ber li wellatê me ‘edalet nîne,
dilê me bi kulû birîne,
dayika bi qîrîn û axîne,
li ser naşê zarokê dayika qijik û qertel dev li birîne,
ji bo me ne dad ne ji zagune,
Bavek cejin piroz dikir ,min got li welat çi heye digot şilî wer dibare em nikarin derkevin der ,lê rehmete em daxaz û hevî ji Yezdan dikin ku xwuna li welatê me dirije bisekine bila şilî bibare, lewra rehmete. Tê zanîn ku li wî velatî Xwunji veka avê diherike.
Emjî hêvi dikin ji yezdanê pakê dilovan ku xwuna li vî welatî bide sekanê, aramî û aşîtîyê bine,dilê dayîka îdî neşewitîne. Zilma zordara biqedine, birati wekhevi, li dilê hemu rayadara neqişke û rastiya cejna bi wan bide zanin, ku cejin ne ji bo tunebunê, belkî ji bo hebunê tênê pirozkirin, di vi watê de cejna hemu mislimana pirozbe. M EMİN