Archive for Mayıs, 2010
SONDA Bİ NEZANîÎ
Sond bi nezanîÎ
Li deşta Mûşê li gundikê aAqpirîs bi gorî riwayetê, rojek roj În e, mela ji civakê re diaxife nav û nişanê ku di ola islami de, di ware eqîdê de pewîstî pê heye li ser disekine.
Seyda dibêje cemaet hun dizanin di ola îslamê de pewîste mirof Xweda yê xwe naske, Resulê xwe naske, mesela: di nav me de navê me hemu navê islamî ne. Wek Nizamiddin, Xeyruddin, Riknuddin Seyfuddin. Çawa ku navê me bi gor ola islamê ye, pêwîste zanyariya me jî, di wê astê de be. Xwedayê me navê Wî Yezdan ê pakî dilovan. Lê ezê navê Resul di navbera we da ji yekî pirs bikim.
Birayê Rıuknuddin navê nebiyê me çiye?
Seyda Îsa ye, na kurê min te nezanî. Seyda: Mûsa ye.
Na te nezanî
Seyda lê ataturk.
Na lawo!
Ê Seyda bi Muhemmed Resulullah ez nizanim.
Meyzînin cemaet hun navê xwe bi gorî oldariyê datînin lê hun navê resulê xwe jî nizanin.
Eger Riknudin, navê Muhemed pê sond bine û digel ku navê resul ji nizane.
Di nava civakêde me çiqas riknê islamê mehkem hîştîye?
Belkî ez naha ji Selaheddin û Nureddin û Fexreddin jî bipirsim, wê nizanibin. Lê ez bibêjim, sade nav danin tera we nake. Eger erkanê islamê sade hun di navê xwe da bihêlin, wê riknê olî di navbera we da were jibîr kirin. Ew dem hunê bê qanûn û bê zagon bimînin, çawa birayê Riknudin bê navê Muhemed maye.
M EMİN ASLAN
