gulzar
GULZAR
Gulzarê warê me bılbıl lê nîne,
Dilê bê dil her tim jar û hezîne,
Ey felek bextû bawerî a te nîne,
Dilê min lewra bi kovanû birîne.
Kovan û birîn li nav crg û,dilane,
Gerdena yarê weka baxû bostane,
Hertim li ser qal û ceng û talane,
Ebleh ji aramî û evînî ê çi zane,
Belê ebleh evini û Eşqê nizane,
Qada cengû qîtalê jêra baxê gulane,
Evina min yare bi tayîbet wetane,
Xwuna sor li gerdana yarê werdane,
Lewra li meyxaneya Eşqê bilbil naxwune,
Nemeymeste,li baxan xuncegulan nabine,
Li mahê nisan gul bi xwuna lehenga sor bune,
Dengê bilbil qedyaye,lewra gulan reng xwune,
Yaramin baxê gula hem jî kayna zêrane,
Bejna yarê nazikû şîrîn weka şitla rihane,
Destê zordar li gerdenê tevî herdu memkane,
Yar bende ye aşiq azad nîne û baş dizane.
Çavreşamin,hesretamin,evinamin yare,
Destê min nagîhê,li bin destê neyare,
Can gorî bikim şehadet bo min dîyare,
Armanc ne gul bitenê belki gulzare.
M EMİN ASLAN