were ji zilmê vegere
Werin vegerin
Ew xaka we dagirkirî
Rojkî hunê bihêlin herin.
Welat tijî pêt û agir kirî,
Werein şermkin jê vegern.
Ew çanda we inkar kirî,
Ew göndê we wêran kirî,
Ew malê we talan kirî,
Werin ji zulmê hun vegerin,
Ey xwunmijê pir din û har
Ey zalimê weşê xeddar,
Bese êdi te xwuna me xwar,
Were ji xwunmijî tu vegere.
Ew daristanê we sotin,
Ew cerg û dilê we verotin,
Ew estîyê we di kotin,
Werin şermkin jê vegern.
Ew topê we tên ji esmana,
Ew qîrîna pir û ciwana,
Kes we na şubîne însana.
Werin şermkin jê vegerin.
Ew xwuna diherike weka çema,
Dil tijî kir bi kul û êş û xema,
Kovan çê dikin birînû elema,
Werin zulum şerme jê vegerin.
Zulma we dunya kirîye tarî,
hun natirsin ji rebê barî,
Ji çavên we xwun dibarî
Werin şermkin jê vegeren.
yehudi û misliman û xiristîyanin,
tev bawermend-ê bi rebê rehmanin,
çima li dijî jiyana me hemyanin?
werin, kuştun na,jiyan ji bo insane.
M EMİN ASLAN