AZADİ
Tekusî çibe ji bo naş û beden,
Azadî ewe ji bo ciwanek hemdem,
Ger tu sihet wendakî li cîhanê,
Çibikî ji jîyana sary û diwanê,
Ger li cihanê azadî wendakî,
hertim jar û zeyîf û ne pakî.
Civakek bawerî wendake bi azadî,
dijîkî mirîye tu kefen li ser wî badî.
Azadî nayê dayîn tê sandin,
tu dest direjki,tê xapandin.
Azad,dibe ku naşê wî bibe esîr,
tu hêz nade ruhê wî qeyd û zincîr.
Ger mirof azadî nebîne,
bextewarî û kêfxweşî qet nine,
Ger azadîya te nebe li dîwanê,
tu çibiki ji dewê meşkê nanê hebanê.
mêjuê te bila nebe kole li cîhanê,
naşê te bila bavên heps û zindanê.
Bi mêjukî paqiş şur û qelem tu rake,
da civak azadîyê peydake.
Ger zeyîfbî berjewendî te şake,
ew kemîne duşmin wê te riswake.
Azadî ji xeni mafê dadê tiştek nîne,
Ew jîyanek gelek xweş û şîrîne.
Sed muxabin gelek desbot me dîne,
mafê dadê tu bixazi dibên eva xaîne.
M EMİN ASLAN