Archive for the ‘Kürtçe Makalelerim’ Category

2
May

SONDA Bİ NEZANîÎ

   Posted by: admin

Sond bi nezanîÎ

wêneya Mehmet Emin Aslan

Li deşta Mûşê li gundikê aAqpirîs bi gorî riwayetê, rojek roj În e, mela ji civakê re diaxife nav û nişanê ku di ola islami de, di ware eqîdê de pewîstî pê heye li ser disekine.

Seyda dibêje cemaet hun dizanin di ola îslamê de pewîste mirof Xweda yê xwe naske, Resulê xwe naske, mesela: di nav me de navê me hemu navê islamî ne. Wek Nizamiddin, Xeyruddin, Riknuddin Seyfuddin. Çawa ku navê me bi gor ola islamê ye, pêwîste zanyariya me jî, di wê astê de be. Xwedayê me navê Wî Yezdan ê pakî dilovan. Lê ezê navê Resul di navbera we da ji yekî pirs bikim.
Birayê Rıuknuddin navê nebiyê me çiye?
Seyda Îsa ye, na kurê min te nezanî. Seyda: Mûsa ye.
Na te nezanî
Seyda lê ataturk.
Na lawo!
Ê Seyda bi Muhemmed Resulullah ez nizanim.

Meyzînin cemaet hun navê xwe bi gorî oldariyê datînin lê hun navê resulê xwe jî nizanin.
Eger Riknudin, navê Muhemed pê sond bine û digel ku navê resul ji nizane.
Di nava civakêde me çiqas riknê islamê mehkem hîştîye?
Belkî ez naha ji Selaheddin û Nureddin û Fexreddin jî bipirsim, wê nizanibin. Lê ez bibêjim, sade nav danin tera we nake. Eger erkanê islamê sade hun di navê xwe da bihêlin, wê riknê olî di navbera we da were jibîr kirin. Ew dem hunê bê qanûn û bê zagon bimînin, çawa birayê Riknudin bê navê Muhemed maye.
M EMİN ASLAN

 

27
Şub

ROJBUNA PEXENBER.

   Posted by: admin Tags:

Armanc ji cêkirina mirofa, xweda nasi û liyaqeta bi bendetîya Yezdane.

Di dêrokêde li bendemayina nebiya naskirına zagunê yezdani, gihistina dadeke wek hev.
Hemu xelq ji zilm û zora zordara westiyabu. Ji şer û xwunê ra saebr û arama wan nemabu.
Lewra hemu ‘eşîrê ‘ereba di navbera wanda kuştunu û zılm û zordari bi dawî nedibu.
Serê wan ji kundebuna puta ranedibu, mejîyê vana wek dehaqizmî ji xwun mijîyê derbas nedibu. Hemu li bendA PEXENBEREK bun ku were û ev zılmû zordari bidawî bibe.

Zilimê xwe gihandibu asta herî bilind. Desthilatdara hemu jar û zeyif bi bendê koletyê bend dikirin.
Zarok bi saxî bin ax dikirin.
Bi seda carî li dora xwe kom dikirin.
Mêr û pirek wek zewala dihatin kirîn û firotan.
Mafê jiyanê qedyxbu.
Dem dema fitretê bu. Tu qanunû zagunê Yezdan nedihatin naskirin. Sebr û aramê insana ji jîyanêra nemabu.
Wek cihana ajala bi hêza bê hêz duxarin. Hemu alem li benda pexenberekî bu. Yezdanê pakê dilovan, Hz muhemed dişand. Hemu zereê cihanê tevda bizimanek vekiri digotin wek seydaê batê gotiye.
Cumle zeratê cihanda ev nida,
Kirine gazî pêkve gotin mer heba.
Merheba ey sirî furqan herheba,
Merheba ey derde derman merheba.

Belê hemu sirîyatê qurana pîroz di zatê ehmedîyede veşartî bu. Bi hatina nura çava cihan roj ji rojê ronîtir dibu. Tirijnê rojê xwe berdida nava seva tari. Şev di xweda şefeq ((berbang)) didit.
ez hevidarim ku jiyaname dinav şefeqa hz muhemed bi tîrejnê quranê ronahi daye cihanê berdewam ke.zilm û zordarî bi dawibe. qendila we hemuyan pirozbe.

 
 
 

 

 

 

24
Şub

WEZÊ SEYDA

   Posted by: admin

Roj ine Seyda xwe ji bo wezê ini amade kirîye û diçe mizgeftê. Pirtuka wi didestada diçe ser kursi bi dilek şewat, hêstir ji çavada tê û bi awazek zizû zelal deng li cemaetê dike.

Gelî civaka mislimana xweda hun afirandıne, muheqeq berpirsarya we li henber yezdanê dilovan heye. Hemu ayetê di qurana pîrozda hatine, ew ayet, rengê jiyana we teşkil dike. Jiyana weya bi vi rengi dibe sebeb ji bo riza-a xweda. Rizaa xweda ji dib wesile ji bo çuwîna weya cenetê, hun li wê derê dibînin gelek nîmetê,

Ji van nimeta fêkî ê cenetê, avê sar, ji hewza kewserê.

Lê civaka hêja ez bawerim haya we jê heye. Yezdanê dilovan wêw her yek ji we horya bide , kef û zewqê cenetê naşibin, ê  cihanê.

Sofik siwal dike, Seyda wê çend heba bidin ?

,Seyda; sofiyê hêja qey dayina xweda wek dayîna ‘ebdaye.

Sofi Seyda li cîhanê bi gori ola îslamê cara didin. Lê libihiştê çend heba didin?

Seyda: sofiyê hêja bi awaê min ji ola islamê fem kirîye wê yezdanê dilovan72  bide.

Sofik zarin jê diçe û dibeje, hey gwedao! ma qey di xizna tede tune ez bi qurbana dayina tebim. û teq ji xwe diçe.

Hemu cema’et tê ser sofî bi xwe naê.

Seyda bangdike sofiya, sofino eva ‘eşqa xweda lê daye dev jî bedrin. Gelek dem diçe lê sofi bi xweda naê.

Seyda dibê sofi bibin nexweşxanê ka bijîşk çi dibeje.

Li nxweşxanê bijişk seron didê û hildide odeki, du heb eba dide ber, geli eba! hun haj ji nxweşê min hebin.

Lawê sofî li ber serê sofi senîye û hêstirê ronika huruk huruk dibarine. Dibêje ya yezdanê dilovan tu li bavê min weri rihmu keremê.

Di wê demêde sofi çavê xwe vedike herdu ebe liser serê xwera dibine,texmîn dike ku sofi li bihiştêye û ewjî horîyê wine. Bi dengek nere davêje û dibêje na na ez napejirinim ( qebul nakim)

 Lawik: bavo bisekine bisekine. Kuro! Ez çi bisekinim wellahi ez qebul nakim.

Lawik: bovo tu çi qebul naki?

Sofi:lawo ez du heb horîya çadikim?

Min bi guhê xwe seh kir.

Lawik: bovo te çi seh kir?

 Seyda got 72 heb horîya didin. wa Yezdan du heb bi tenê dane, ez qebul nakim.

Lawik : bavo!  Evana ne horine. Lawo lê çine wellahî cil û bergê wan pir paqişin, ez dişibînim horîya!

Lawik na bavo tu li nexweşxanêyî. Evana ebene. Pa kuro xweda mala Seyda xerake min got qey bi wan gotina ez avetime nava bihiştê  hori xizmeta min dikin. Minji xwest bila hemu horîyê min xizmeta min bikin.

Min çi zanibu seuda bi wezê xwe ez avêtime nexweşxanê                   

                                                M EMİN

1
Eki

SİPAS ALMANYA

   Posted by: admin

 Zarokek li germanya li dibistanê nimêj dike, mamoste dibine û dibeje tu nimej naki, ev cih mekanekî fermîye.

 

Zarok dibeje, pêwîste ez nimêjkim.lewra yazdanê ez afirandime, ji bo min huquqê quranê şandiye , ezji ji bo wî huquqê cihanşumulra, seri daynim, ji bo  tevahîya heywanat û insana  tev xezaê. Ku sejde a min rumeta wane, ji bo vê zaguna quran î, sipasîya yezdane.

 

Hemji ev mekanê fermî, li ser xaka Yezdan ji bo xelka afirandîye hatîye wicudê, asil fermiyet ya xwedanê vê xaka cîhanêye, hunjî xizmetkarê xwedyê vî xaka pîrozin, ji ber vê yekê, pêwîste hin ji mira sipasî bikin.

Lê hun ji kundebuna mina ji bo xwedera qedexe tinin. Ez baş dizanim ku dad û zagunê we Ewrupalya jî, ji bo kundebuna ji yezdanê pakê dilovanra qedexê nayne.

 

Mamoste ,dibeje qet nabe, perwerdekar dibeje di navberame’de dada Almanya heye, mamoste dibeje keremke.  Û pirsgerek xwe li dadgeha Almanya dibîne.
Dadgerê german î şura dikin, ku tu huquq nikara giredaina bende a ji Yezdanê pakê dilovanra qedexê bîne.
Perwerdwkar mafdare, wê bikaribe mafê xweyê ibadetê bi karbine. Em dibejin sipasi ji wera,gelî dadgerê almanî, sapas sed sipas ji tera perwerdekar, ku tekoşina te bu minakek ji bo huquqê hemu ‘elemê.

Lê çima misliman li henber qurana pê bawerî anîne dertênê û ehkamê wê li mekanê xwê fermÎ  napejirînin, ew nayê zanîn.

Dma qala oldaryê dikin xwelyê di manqalê de nahêlin, lê dema ji yezdanê pakê dilovanra di deverê fermîde sejde were birin li henber dertênê.

 Tê hişê mirof gelo misliman û yezdan  ji hev cêhê bune? An ji feqir û bê çarere di malawan an limizgefta,

 

Ji bo desthilatarara sejde kundebune, kundebun jî na ê karê wan.

Lê demê borê’de çend  kes ji cuhuya li balefirêgehê xwestibun  ku ahînê xwe bikin , ji ber balefirgeh mekanek fermîye nehîştibun ku cuhî, ahîna  xwe bikin.

İnsaf ! em Misliman ,  ibadetê  me li cîhê fermî qedexe, yê cuhîya qedexe, yê xiristîyana qedexe, lê xeyrîmuslum , mafê ibadetê linav dibistanê xwe, dikarin bidin zarokê me,

hînga me li dibistanekî mescidek ji bo zarokê xwera cê nekirîye, nejî ji bo wan kilîsek an hewarak.

 

Li dibistana perwerda bi ziman ê dayêkê qedexe, ku yezdan di qurqna pîrozde gotîye di çêkirina erd û ‘esman di cudahîya reng û dengê wede ‘ebretê ji bo ‘eleme re hene)  ahîn qedexe,  îbadet qedexe,qdexe,qedexe, qdexe….

Em hêvîdarin ku hemu yasax werin rakirin, her kes dizimanê xweda,di ola xweda, di karê xwê  olîde xwedan huquq be, û mislimanê ku huquqa xweda wendakirine, huquqa navnetewî bigrin bercava, li dada xweda î bizşivirin her cîh û makan, sejde lê rewabe

Zarokê misliman li deverê cuhuya û xiristîyana de ,ji bo zimanê wan, beş vedibin mamoste têne amedekirin, ji bo ibadetê wanê olî mescit tênê tesîskirin.

Lê misliman ji bo zarokê xwe, te ,çikirîye, û ji bo zarokê cihanê tuyê çibikî???….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

20
Eyl

SEROK WEZÎR Û AŞÎTÎ

   Posted by: admin

                   SEROKWEZÎR Û AŞÎTÎ

Serokwezîr, mesela kurda vedike wê bi çi awaî veke kes nizane.bi mesela kurda vedike ,bi vekirina demokiratîk diguherîne.ji serida iro tiştek bike sibê li kirina xwe poşmane,em dibejin gelo çima?

 Serokwezir ((kûrt açilimî )) bi xwe fikirî an hineka ‘eqil dayê,eger ku hineka ‘eqil dayê,çima berê erê, paşê na Di piştre pêwîstî bi ‘eqılmendek din çêbu,eva peyva girane, pewîste em peyveki din vekin,

 

’eqilmendê duyem digot di vi welatîda ji ber kurd bi tenê mesela wan nine,laz Çerkez,Abaza gacalû gelekê dinjî hene, mîjar vekirina demokiratike bila( demokırasi açilım) cihê kurt açilimyê bigre,  ew dem kurd muxateb nînin, muxateb hemwelatine,

 ji xwe vê vekirinê jî tu bi kêfa xwe dikî. wellahî eva ramanek gelek hêjaye,ji vi xweştir rihma xwedaye,lê pewîste em disa bi dtp re jî hevdîtin çêkin ka em wanjî bi vî awaî razî nakin?

lê mantiqê serok wezîr birastî çareserîya meselê liser esasekî demoqiratîk nîne, liser ku ezê kurda çawa durî hevdu bixim, paşra hêdî hedî tunekim,ku em bi tenê man ji xwe jîyaname demoqiratike.

 Kurd sofrek bun serokwezir ewê dest bi xwarinê bike di mêjuê wîde  liser sofrê çar tebax hene kurd,pkk, dtp û oldar.wê parî parî bi sebrû aram buxe, serok wezir dest direjî tebaxa kurd dike destê wîtê gezkirin,

 bi heybet mêze dike ew çibu?

 Tu wisa min hesa naxwî! Tu mislimani bi navê Yezdan beje, ji alikarê xw oldarade destpêke,kevçîkê xw direj dike pkkê na na tu min naxî lewra tama hemu zada dimida topbuye dest ji berde wê qirika te beşine, serokwezir dest dibe tebaxa dtpê destê wî dilerize,na na tu min naxî, lewra te binavê yazdanê Adil dest pê nekirîye,SEROKWEZÎR dibeje  na hun şaş fem dikin ez gelek adil hemjî li edaletê digerim, lê hun tucar vê tebaxa pkkê liser xwe na pejirînin

,tebax dibeje ê!…

 Tebaxek ji vê sifrê here,  rastya sifrê xera dibe,tu ji oldarde dest pêke,dest direjî oldardike,êh ez dest ji teda pekim bira! te got çi? Bira! Ez ne bawerim, çima? ne hevkar ne hevpar çawa dibin bira?

Serokwezir digot nana, hun hevkarin lewra hemwelatine, hin hevpar qenal 6 hun pê bibin kefxweş, na na birayê çavsor armanca  te tu me buxî bidor ez ditirsim ji çavê teyê sor, em ji zilmû zordaryera bune pispor, em hemu sofrekin tu binavê yezdanê adil dest pê neki em yek te qebul nakin tu oldar huquqê olîji edalete.qanal 6 bê makezagun pejirandın ji bome ixanete.

Sayfa 1 of 212»