Archive for the ‘Kürtçe Şiirlerim’ Category

19
Eki

WELATÊ MİN

   Posted by: admin

Welatê min nema îdî dikarim ez bikim sebrê.

ji evîna te disojim, hero sed car duxwum qehrê

Xanî û Cîgerxwun û gelek navdar dimirin bi vî derbê.

şêx S’eîd û seyîd riza,can didan oxira te bi vî kerbê.

 

Welatê min tuyî bihişt, rewmeqa te xwe daye cihanê,

li ser te qal û cengê zordara, hero herdem dikin talanê.

Daristan û dehl û newalê te, zordara nema agir berdenê,

Gund û bajarê deverê curbecur, hemu anin ber weranê.

 

Ceylan û oxirê dozde salî, jere nehîştin mafê jîyanê.

Oxir bi sezde fişeka , ceylan perçe bu bi gula hewanê,

Lime jîyan buye doje, naborin şevû roj bi qîrû giryanê!

Hevî dikim! ji yezdanê diloıvan,van hovîya bine imanê.

2
Eyl

İŞTE BUDA BİR SENEM

   Posted by: admin

Eğer o senemin cazibesi olmasaydı

 Yeryüzüne Cebrail inermiidi?

Senin zarafetine bir bakış eyledim,
ilahi nurda bir ayna görüyordum.

 

 

 Kırmızı dudaklarda bade fincanı mahcup oluyordu,

Uzum şarabı sel sebil suyuna karşı mahcup olmaz mı?

 

Bende hariç, binlerce aşıkları, ben d ede bilirsin,

Ama, benim sende hariç, gönül bağım olmaz ki.

 

Sadece senin bendine giren ben miyim?

daha önce sevenlerin kan kızıllığı görünüyor.

 

Canan!  bizim deva ve elemimiz sensin,

Visal da başka, hastanın şifası olur mu?

 

Biz sabır ve metaneti Dicle sularına bıraktık,

Onda dolayı her iki gözümüzde Nil suyu akıyor.

 

Lakin yüz çeşmenin yüz çeşmede fışkırması değil,

Belki benim gözlerimde akan kanlar karışarak akıyor.

 

Çok sefer senin endamına temaşa eyledim,

Gözler geri rucu eder, akıl karışık kalıyordu.

 

Senin gibileri olmadığı gibi olmazda,

Güneş istivada ise delile ne hacet?

 

Kalbime sırmalı gözlerle hücum eder,

Bir gaflet anında ruhumu alıyordu,

 

Eza ve cefalara fil misali idim,

Şah misali matta gidiyordum.

 

İlahi nurda bir ayna görüyordum.

29
Oca

AZADİ

   Posted by: admin

Tekusî çibe ji bo naş û beden,
Azadî ewe ji bo ciwanek hemdem,

Ger tu sihet wendakî li cîhanê,
Çibikî ji jîyana sary û diwanê,

Ger li cihanê azadî wendakî,
hertim jar û zeyîf û ne pakî.

Civakek bawerî wendake bi azadî,
dijîkî mirîye tu kefen li ser wî badî.

Azadî nayê dayîn tê sandin,
tu dest direjki,tê xapandin.

Azad,dibe ku naşê wî bibe esîr,
tu hêz nade ruhê wî qeyd û zincîr.

Ger mirof azadî nebîne,
bextewarî û kêfxweşî qet nine,

Ger azadîya te nebe li dîwanê,
tu çibiki ji dewê meşkê nanê hebanê.

mêjuê te  bila nebe kole li cîhanê,
naşê te bila bavên heps û zindanê.

Bi mêjukî paqiş şur û qelem tu rake,
da civak azadîyê peydake.

Ger zeyîfbî berjewendî te şake,
ew kemîne duşmin wê te riswake.

Azadî ji xeni mafê dadê tiştek nîne,
Ew jîyanek gelek xweş û şîrîne.

Sed muxabin gelek desbot me dîne,
mafê dadê tu bixazi dibên eva xaîne.

M EMİN ASLAN

8
Oca

HELBESTA CİGER XWUN

   Posted by: admin

Heta di êşqê wer nebi,

Wek bîyokê zer nebî,

Wek min evîn perwer nebê

Tu bi vê jînê çikî.

 

 Yar wek kevoka xweş kedi,

Serbest û bê şerm û fedi,

Xwe di pencera êşqê nedi,

Ma tu bi nerînê çiki,

 

Şeker neşkine çav bi kil,

Yek awirek nevêjedil,

Gul jê nebarin mil bi mil,

Ma tu bi vê dinê çikî.

 

Heta li çem te runenê,

Şeker neke nava kenê,

Bê gorî û,bê ez benî,

Ma tu bî vê mizgînê çiki.

 

Yar ku bi moda kevn neê,

Palê nede ser maseê,

Xweş xweş dengê neyê neyê,

Ma tu bi vê zinê çiki.,

 

Yar ku ne mehvanê tebî

Daim ne rezanê tebî,

Bê taq û bê etles nebî,

Ma tu bi teşrînê çiki,

                       Cîger xwun

7
Oca

NEZANÎ TARİTİYE

   Posted by: admin

Nebe nezan-ü jar.

 Ey xudbîné nefs kubar.

 Ma jitera nîne eyb ü ar

. dixwané wek zinarek dîyar. 

 

 Bibe xwelî gul di teda rabibe.

 Hemu xelq ü alem li ber gulé şabibe.

 Lewra gula bostan bi avé çédbe.

 zinarek hişkra dînamît dibe.

 

 Birader tim biçe baxçé gula.

 Bibe temaşevan é bilbila.

Ger ji zinarî naborî.

 Guhdar be li eqilmend ü pak dila.

 

 Ji zinarek hişkda min dî kanî hate dér.

 Hemu çayîr ü zevî li ber dibu xer û bêr.

Ger bi mirofahî tu fem nakî ji êr.

Tuyê bi xuyê ciwanek renk qilêr.

 

Asinê pola li ber agir tê sotin.

Tu ewqasa bi hizî li te nabore gotin,

Serax û bin axê te weka peza didotin.

Nuçe fayde nade te,Mırwet ate firotin.

 

Mirwet û şeref te hemu bi derda.

Runişt li kolana bê hude tim xeberda.

maf û dadê insani te av di binî werda.

carek tu meyzineTac û rewneq te bi derda.

 

 

Tu bu kewne şopê bavê heci anji ağa .

Bêhude her tim dikir medhê mirî û saxa.

kewne şopek nezan bu mabu li ber tir û daxa.

Feyde neat ji kêlikê .Te wendakir sîha baxa.

                                          M EMİN ASLAN

Sayfa 1 of 512345»