WEZÊ SEYDA
Roj ine Seyda xwe ji bo wezê ini amade kirîye û diçe mizgeftê. Pirtuka wi didestada diçe ser kursi bi dilek şewat, hêstir ji çavada tê û bi awazek zizû zelal deng li cemaetê dike.
Gelî civaka mislimana xweda hun afirandıne, muheqeq berpirsarya we li henber yezdanê dilovan heye. Hemu ayetê di qurana pîrozda hatine, ew ayet, rengê jiyana we teşkil dike. Jiyana weya bi vi rengi dibe sebeb ji bo riza-a xweda. Rizaa xweda ji dib wesile ji bo çuwîna weya cenetê, hun li wê derê dibînin gelek nîmetê,
Ji van nimeta fêkî ê cenetê, avê sar, ji hewza kewserê.
Lê civaka hêja ez bawerim haya we jê heye. Yezdanê dilovan wêw her yek ji we horya bide , kef û zewqê cenetê naşibin, ê cihanê.
Sofik siwal dike, Seyda wê çend heba bidin ?
,Seyda; sofiyê hêja qey dayina xweda wek dayîna ‘ebdaye.
Sofi Seyda li cîhanê bi gori ola îslamê cara didin. Lê libihiştê çend heba didin?
Seyda: sofiyê hêja bi awaê min ji ola islamê fem kirîye wê yezdanê dilovan72 bide.
Sofik zarin jê diçe û dibeje, hey gwedao! ma qey di xizna tede tune ez bi qurbana dayina tebim. û teq ji xwe diçe.
Hemu cema’et tê ser sofî bi xwe naê.
Seyda bangdike sofiya, sofino eva ‘eşqa xweda lê daye dev jî bedrin. Gelek dem diçe lê sofi bi xweda naê.
Seyda dibê sofi bibin nexweşxanê ka bijîşk çi dibeje.
Li nxweşxanê bijişk seron didê û hildide odeki, du heb eba dide ber, geli eba! hun haj ji nxweşê min hebin.
Lawê sofî li ber serê sofi senîye û hêstirê ronika huruk huruk dibarine. Dibêje ya yezdanê dilovan tu li bavê min weri rihmu keremê.
Di wê demêde sofi çavê xwe vedike herdu ebe liser serê xwera dibine,texmîn dike ku sofi li bihiştêye û ewjî horîyê wine. Bi dengek nere davêje û dibêje na na ez napejirinim ( qebul nakim)
Lawik: bavo bisekine bisekine. Kuro! Ez çi bisekinim wellahi ez qebul nakim.
Lawik: bovo tu çi qebul naki?
Sofi:lawo ez du heb horîya çadikim?
Min bi guhê xwe seh kir.
Lawik: bovo te çi seh kir?
Seyda got 72 heb horîya didin. wa Yezdan du heb bi tenê dane, ez qebul nakim.
Lawik : bavo! Evana ne horine. Lawo lê çine wellahî cil û bergê wan pir paqişin, ez dişibînim horîya!
Lawik na bavo tu li nexweşxanêyî. Evana ebene. Pa kuro xweda mala Seyda xerake min got qey bi wan gotina ez avetime nava bihiştê hori xizmeta min dikin. Minji xwest bila hemu horîyê min xizmeta min bikin.
Min çi zanibu seuda bi wezê xwe ez avêtime nexweşxanê
M EMİN

Direnmekte vardır nakış i hayat.