ZOZANÊ SERHEDÊ
Serê te pir bilinde wek kohê araratê.
Singa teyê zerine wek sipan û xelatê.
Kezîyê teyê hunayî wek dicle û firatê.
Jîyan bê te nabe nakim sebrû tebatê.
Ewa tuka devê te avek şoru şîrîne.
Wek Erez û miradi menb’ek hingivîne.
Singa te elegezê, ji bo min bu warê jîne.
Testê zordar li ser te, waha nabe evîne.
Ruyê te pir xwşike wek zozanê serhedê.
Didanê te sipîne wek berfa esr cemedê.
Çepilê teyê badayî wek bedena amedê.
Ki bibe xwezgin ji tere, careki awir nedê!